Li Tebqayê komxebatek li ser rola jinan di aştiya navxweyî de

Li kantona Tebqayê li ser giringiya pêşxistina rola jinan di pêkanîna aştiya navxweyî de û girîngiya beşdarbûna jinan di amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê de, komxebatek hate lidarxistin.

9 îlon, 2025   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê a kantona Tebqayê komxebatek bi sernavê “Rola jinan di avakirina aştiya navxweyî û berjewendiya civakî de” lidar xist.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa, Weqfa Jinên Azad – Sûriyê û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat li salona Partiya Sûriya Pêşerjê ya li bajarê Tebqayê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevseroka Desteya Jinan a Kantona Tebqayê Tirkiye El Hemade axivî û bal kişand ser rola jinan di pêkanîna aştiya navxweyî de û ev tişt anî ziman: “Nerîna Partiya Sûriya Pêşerojê li ser aştiya navxweyî, ne tenê bi agirbestê ve girêdayî ye. Lê belê ew xwe dispêre zemîna lihevkirina giştî, naskirin, edalet û zelaliya civakî. Ezmûna niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn, xwe dispêre Rêveberiya Xweser û ne navendiyê, ew nûnertiya mafê hemû pêkhateyan di avakirina biryarê de diparêze.”

Tirkiye di berdewama axaftina xwe de nerîna xwe ya der barê çareseriyê de wiha rêz kir: “Em banga avakirina Sûriyaya demokratîk a nenavendî dikin. Ev pirengiyê nîşan dide û dibe jêdera dewlemendiyê. Di heman demê de belavbûna wekhev a rêveberiyê pêk tîne. Ne navendiya siyasî û îdarî tekane riya dûrketina ji şerê navxweyî û tevliheviyê ye.”

Di beşê duyemîn ê komxebatê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muna El Dalî bal kişand ser rola jinan di lihevkirina civakî de û ev tişt anî ziman: “Jin, di şerê heyî de ne tenê aliyê bandor lê hatiye, lê belê ew aliyê bi hêz û sereke ye. Dikare pirên baweriyê ava bike û guhertinên mezin çêke.”

Muna, da zanîn ku dûrxistina jinan ji xeta lihevkirinê, wê xetê ji wateya wê derdixe û beşdarbûna jinan zemîna bingehîn a pêkanîna aştiya adilane ya demdirêj misoger dike.

Di dawiya komxebatê de jinên beşdar li ser çend koman hatin parvekirin, mijara aştiya navxweyî nîqaş kirin. Paşê encamnmeyek li ser pêşxistina rola jinan di avakirina aştiya navxweyî de û başedarbûna di destûra nû de hate destnîşankirin.

(dc/şx)

ANHA