Kongra Star ji bo Şêrîn Omer peyama sersaxiyê da

Koordînasyona Kongra Star ji bo dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî peyama sersaxiyê da.

Kongra Star ji bo Şêrîn Omer peyama sersaxiyê da
9 îlon, 2025   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star peyama sersaxiyê ya nivîskî ji bo dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî da.

Di peyamê de wiha hate nivîsandin: "Me bi xemginiyeke mezin bihîst ku dayîka şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest daye.

Weke rêxistina Kongra Star em destpêkê ji malbata dayîka Şêrîn re sersaxî dixwazin û êşa wan parve dikin. Dayîka Şêrîn dayîkek e ku emrê xwe ji bo doza Kurdistanê feda kiribû û ewladên gelekî hêja mezin kiribûn ku di oxira azadiya gelê xwe de canê xwe feda kirin. Dayîkek e ku ji bo azadiya Serokê xwe, gelê xwe berdelên herî mezin daye û tu caran vê ya têr jî nedîtiye. Bi eşqa azadkirina welatê xwe ewladên xwe mezin kirin û bi xwe jî di her kêliyê de bi baweriya serxistina têkoşînê kar kir.  Em dîsa ji malbata me ya hêja û welatparêz malbata Dayê Şêrîn û ji tevahî gelê xwe re sersaxî dixwazin."

(fr)