Li Tebqa û Kobanê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Li Tebqa û Kobanê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan û piştevaniya xwe bi meşa azadiyê ya jinan nîşan dan.

17 mijdar, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" dewam dikin. Di vê çarçveyê de li Tebqa û Kobanê mêr li dijî tundiyê meş li dar xistin.

TEBQA

Bi sedan mêr ên li kantona Tebqayê, tevî endamên saziyên sivî, nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dijî tundiya li ser jinan meşek li dar xist. Meş ji pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Sanî (Duyemîn) a li bajarê Tebqayê dest pê kir.

Di meşê de pankartên "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin hildan, her wiha dirûşmên " Na ji ku qetilkirina jinan re", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê sekinî û deqeyeke rêz hat girtin.

Li vir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî û diyar kir ku ew ê xebatên xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bimeşînin ku girîngiyeke mezin daye azadiya jinan.

El Omer anî ziman ku ew ê bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" li kêleka jinan têkoşînê bidomînin ta ku destkeftiyên dîtir bi dest bixin.

El Omer balkişand ser destkeftiyên jinan li herêmê û got: "Jinan cihê xwe di qadên siyasî, civakî, aborî û leşkerî de girtin û dîroka xwe ya bi destkeftiyan dagirtin. Di şoreşê de dîrok ji nû ve nivîsand û li hember şîdetê û qetilkirinê li ber xwe da."

Serokê Meclisa Rûspiyan a Kantona Tebqayê şêx Êla El Bû Xemîs Hisên El Raşid got: "Me ev çalakî ji bo piştgiriya jinan li dar xistiye. Em bi wan û têkoşîna wan serbilind in. Em şîdeta li ser wan red dikin. Jin her tim bûbû mînareya rizgrkirina civakan û rêya azadiyê li pêşiya gelan û civakan ronî dike."

El Raşid wiha domand: "Em bi te re ne ey dayik û xwişk. Em ji we raman û şaristaniyê digirin. Em ê li hember tevahî cureyên şîdeta li ser jinan bisekinin. Em ê bi wan re bin ta ku rola xwe ya pêşeng  mîsoger bikin."

KOBANÊ

Bi heman boneyê mêr ên li kantona Firatê li Qada Jin a Azad a li Kobanê li hev kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û wêneyên şehîdan hatin hildan, bê navber jî dirûşmên "Jin, Jiyan, Azad" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.

 Meşê bi dirûşmeya "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" dest pê kir.

Piştî ku meş gihîşt Qada Aştiyê, deqeyek rêz ji bo bîranîna cangoriyan hate girtin. Piştre jî Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û diyar kir ku wê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Mizgîn Xelîl got, "Ji hersê xwişkên Mêrebal û heta têkoşerên jin ê ku bi xwîna xwe destan afirandin û nivîsandin, em wek jin em ê asta têkoşîna xwe heta dawiyê bilind bikin. Em ê bi Asya, Ronahî û heta Tara û Hêro em ê têkoşîna xwe ya heta hetayê bighînin asta lûtkeyê.."

Meş bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(şx/bb)

ANHA