Girseya gel li qada mîtînga azadiye ye

Li bajarê Êlihê a bakurê Kurdistanê, girseya gel Ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadî" ketina qada Mîtîngê.

Girseya gel li qada mîtînga azadiye ye
17 mijdar, 2024   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk tê lidarxistin, dest pê kir. Pankarta “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em meşa xwe ya azadiyê berfireh dikin” hate daliqandin. Kesên hatin qadê lolîpopên “Ev hişyariya gel e", "Şaredariyan vala bikin", "Rê ji qeyûman re nema, qeyûm talanker in" û "Çareserî û muxatab diyar in" hilgirtin.

 Bi laçikên xwe yên spî ketin qadê

Welatiyên ku ji bajarên derdorê hatin mîtîngê li Kolana Amedê û Heskîfê hatin cem hev û li wir demeke dirêj govend gerandin. Ekîba ji Sêrtê li ser rêya Heskîfê hatin gel hev û pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî desteserkirina îrade, demokrasî, ne qeyûman bi ser bikevin" li ser rêya Heskîfê hatin cem hev, gelek jin jî di nav de Dayikên Aştiyê li Parka Yilmaz Guney a li jêrzemîna parka Yilmaz Guney hatin cem hev. Hêjayî balkişandinê bû ku jinên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi laçikên spî yên sembola aştiyê ne bal kişandin.

 Êlihî bi zarokên xwe re dikevin qada mîtîngê. Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî cihê xwe li qada mîtîngê girtin.

 Girseya ku ji Heskîfê hatin, piştî ku wesayît li nuqteya kontrolê hatin astengkirin bi meşekê ber bi Elîhê ve ketin rê. Girseya gel bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" meşa xwe berdewam dike.

 Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî hatin qada mîtîngê. Çûna herêmê dewam dike.