Li Tebqa 2 zarok di çema Firatê de xeniqîn

2 zarok di çemê Firatê de li kantona Tebqayê xeniqîn. Tîmên rizgarkirinê cenazeyên her duyan ji çemê derxistin.

Li Tebqa 2 zarok di çema Firatê de xeniqîn
13 tîrmeh, 2024   18:11
TEBQA

Nûçegihana me ji bajarê Tebqa diyar kir ku zarokê bi nave Welîd Xalib El Qemer (10) û zarokê bi nave Mihemed Ehmed El Sinah (12) di ava çemê Firatê de saet 11ˊan vê sibehê xeniqîn. 

Nûçegihan diyar kir ku tîmên noqvan ên girêdayî Foca Agirkujiyê ya Tebqa her du cenaze derxistin û rakirina Nexweşxaneya El Wetenî ya Tebqayê ku malbatên wan wergirin.

(bh/fr)