Li taxa El Serb a Minbicê teqîneke çêbû

Li taxa Serb a bajarê Minbicê teqînek çêbû. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 12 kes birîndar bûn.

Li taxa El Serb a Minbicê teqîneke çêbû
20 adar, 2024   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan, li kolana Ebû Hîlal a taxa El Serb a li naverasta Minbicê de teqîneke mezin çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, mayînek bi erebeyekê ve teqiya.

Di encama teqînê de zarokê bi navê Hesen Elo (10) jiyana xwe ji dest da. Di nav de zarok jî 12 welatî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Yûsif Şahîn (11), Hemze Begar (13), Ednan El Hesen (50), Elo El Elo (25), Mihemed Berho (12), Ebdullah El Elo (27), Emel Mistefa (30), Wesmiya Casim El Hesen (30), Enes Ezet El Mûsa (20), Usama Taha El Berho (22) û Mihemed Sexîr (20).

(fr)

ANHA