Li rojhilatê Helebê tatbîqatên leşkerî yên Rûsya û hêzên Şamê

Hêzên Rûsyayê bi beşdariya hêzên Şamê li rojhilata gundewarê Helebê tatbîqatên leşkerî pêk anîn. Di vê mehê de ev cara sêyemîn e.

Li rojhilatê Helebê tatbîqatên leşkerî yên Rûsya û hêzên Şamê
20 adar, 2024   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev cara sêyemîn di vê mehê de hêzên Rûsyayê tatbîqatên leşkerî bi beşdariya Firqeya 25ˊan ˊhêzên taybetˊ ên girêdayî hêzên Şamê li herêmeke nêzî Balafirgeha Kiwêris ê li rojhilatê Helebê pêk tînin.

Di tatbîqatan de moşek û top hatin avêtin û daketina ji paraşûtê pêk hatin, her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li asîman digerîn.

(fr)