Li Berdan Ozturk 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê, di rûniştina biryarê ya der barê Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk de, bi giştî 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Li Berdan Ozturk 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat birîn
17 cotmeh, 2025   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di doza ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Berdan Ozturk lê dihat darizandin de, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di çarçoveya lêpirsîna ku di sala 2016ˊan de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hatibû destpêkirin de, rûniştina biryarê ya doza ku li 1ˊemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hatibû vekirin, îro hat dîtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerê wî di rûniştinê de amade bû.

Şandeya dadgehê ya ku der barê dosyeyê de biryar da, ji ber sûcê "alîkariya rêxistinê" 4 sal û 6 meh, û ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê" jî 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk birî.