Li şûna çîmentoyê kilsa reş bi kar tînin

Şêniyên gundên bajarê Holê yê li başûrê Hesekê xaniyên xwe bi madeyeke reş ku wek "kilsa reş" nav dikin, diseyînin.

29 îlon, 2024   06:40
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Li gundên Holê şênî kilsa reş bi kar tînin û pê dîwarên malên xwe û zemînên wê diseyînin.

Li gorî karkerê çêkirina kilsa reş Salim El Ehmed, axa spî ya hûrik ku li gundewarên Holê pir e, madeya sereke ya kilsa reş e.

Rêxa sewalan a ji salekê ve hatiye sekinandin li ser axa spî tê belavkirin û dûre tê şewitandin.

Rengê reş, şert e. Divê germahiya axê bigihêje 300 dereceyan. Ji ber wê, şênî tekerên erebeyan û plastîkan li ser rêxê radixin ji bo ku bişewitînin û germahiya axê bigihêje pileya diyarkirî.

Dema rêx dibe xwelî, heta 15 rojan li ser wê axê tê hiştin. Dûre qonaxa rakirina xweliyê dest pê dike. Axa şewitî dixin tûrikan û avê tev lê dikin ji bo ku pê dîwar û zemînên malan biseyînin.

Salim El Ehmed destnîşan kir ku şêniyên herêmê li şûna çîmentoyê kilsa reş bi kar tînin, ji ber ku lêçûna wê kêm e û di xwezaya herêmê de peyda dibe.

(şx)

ANHA