Ji bo Pexşan Ezîzî îmze hatin komkirin

Zêdeyî 5 hezar kesan ji bo Pexşan Ezîzî îmze avêtin û bi daxuyaniyeke hevbeş bang li her kesê kirin ku ji bo Pexşan Ezîzî tevlî kampanyayan bibin.

Ji bo Pexşan Ezîzî îmze hatin komkirin
7 gulan, 2025   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

5 Hezar 625 kesên ku ji hemû beşên civakê yên Rojhilatê Kurdistan û dervey welat pêk tên, bi daxuyaniyek hevpar daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ya di girtîgeha Evîn de ye, kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dikin ku metirsiya bicihanîna cezayê li ser heye. Em daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan jî dikin li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî tevlî kampanyê bibin û jiyana wê rizgar bikin.”

Kesên bixwazin tevlî kampanyê bibin dikarin bi rêya vê lînkê îmze bidin:

https://forms.gle/MNjfkTXkUukzsQFC6