Li Stenbolê aktîvîstên TJA'yê hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 jê aktîvîstên TJA'yê 4 jin hatin binçavkirin.
![Li Stenbolê aktîvîstên TJA'yê hatin binçavkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202403/image_870x_65f01246dc47b.jpg)
Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûrcan Tayboga, Nesîbe Akyol û Remziye Bozkurt û ji Atolyeya Jineolojiyê Ebrû Karaaslan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.