Kurdên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin gihîştin Kobanê

Zêdetirî 100 malbatên Kurd, piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Kobanê ew ji Avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî derxistin, gihîştin Kobanê.

Kurdên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin gihîştin Kobanê
Kurdên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin gihîştin Kobanê
Kurdên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin gihîştin Kobanê
Kurdên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin gihîştin Kobanê
26 cotmeh, 2026   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 100 malbatên Kurd ên ku li avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî hatibûn dorpêçkirin û ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê ve hatibûn rizgarkirin, gihîştin Kobanê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Kobanê malbat derxistin û ji bo parastina selametiya wan ji êrişên dîtir veguhastin Kobanê.

Di dema hewldana malbatan a vegera li malên xwe, rastî êrişê hatin û di avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî de hatin dorpêçkirin û Hêzên Ewlekariyê ew rizgar kirin.

(f)

ANHA