Gelê Cizîrê êrişên li dijî koçberên Girê Spî şermezar kirin

Gelê Cizîrê êrişên li dijî koçberên Girê Spî yên vegeriyane şermezar kirin û daxwaza misogerkirina mafên wan ên vegera ewle bo mal û milkên xwe û hesabxwestina ji êrişkaran kir.

26 cotmeh, 2026   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, li bajarên Dirbêsiyê, Hesekê, Qamişlo û Til Temirê çalakî û xwepêşandanên bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî koçberên Girê Spî hatin lidarxistin. 

Xwepêşandêran diyar kir ku êrişa li dijî koçberên Kurd ên vegeriyane Girê Spî binpêkirina li dijî mafên wan ên rewa yên vegera bo mal û herêmên wan e û got vergera li mal û milkan mafekî resen e nabe were binpêkirin an jî xwedî jê mehrûm bibin.

Xwepêşandêran bang li aliyên eleqedar kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî hilgirin, êrişan sînordar bikin û êrişkaran hesab bikin, welatiyên vedigerin biparêzin, vegera ewle dabîn bikin û tevahî şêweyên desteserkirina mal û milkan bi dawî bikin.

Şêniyan bang kir ku divê helwesteke zelal li hember van binpêkirinan were nîşandan, piştgiriya koçberan were kirin û xebat li ser xurtkirina edaletê û parastina rûmeta welatiyan were kirin.

Îro koçberên Girê Spî dema vegreriyane bajarê rastî êrişan hatin fû di avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî de hatin dorpêçkirin. Li gorî wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Kobanê malbatên dorpêçkirî ji avahiyê derxistin û veguhastin Kobanê.

(f)

ANHA

QAMIŞLO

DIRBÊSIYÊ

TIL TEMIRÊ

HESEKÊ