Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan

Li Siwêdayê li dijî biryara hikumeta demkî ku xwendekarên 9 û 12'an ezmûnên xwe li derveyî bajar bikin xwepêşandan hate lidarxistin.

Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
Li Siwêdayê xwepêşandana li dijî biryara ezmûnan
24 gulan, 2026   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerde û Fêrkirine ya hikûmeta demkî 14'ê Gulanê biryarek dabû. Li gorî wê, dê ji bo xwendekarên refên 9 û 12  (Wêje, zanistî û pêşeyî) yên ji Siwedayê dê navendên ezmûnan li parêzgehên Şam û gundewarên Şamê werin vekirin. Wezaretê ev biryar bi îdiaya ku 'Siwêdayê ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle were kirin' da. Şêniyên Siwêdayê nerazîbûn nîşan dabûn û diyar kirin ev biryar barê zêdetirî 13 hezar xwendekaran giran dike, di heman demê de mercên ewlehî û debarê jî giran e. Şêniyan xwestin ev biryar were betalkirin.

Îro jî li dijî biryarê xwepêşandanek li pêşiya avahiya Sendîqeya Mamosteyan hat lidarxistin. Xwendekar û malbatên wan, tevî mamosteyan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşanderan bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî, di nav de UNESCO û UNICEF'ê kirin ku bi lezgînî mudaxele bikin da ku navendên ezmûnan vegerînin Siweydayê. Her wiha destnîşan kirin ku organîzekirina ezmûnan di nav parêzgehê de edaletê ji bo xwendekaran misoger dike û zexta li ser wan kêm dike.

(bb)