Li Siwêdayê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Ji ber pirsgirêkeke teknîk di nav erebeyên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de teqîn çêbû û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Siwêdayê teqîn: 2 kes birîndar bûn
28 nîsan, 2026   12:21
SIWÊDA

Li gorî agahiyên ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayî dane nûçegihanên me, ji ber pirsgirêkên teknîk alavek di nav erebeyên wan de teqiyaye.

Hate diyarkirin ku teqîn îro saet di 03.00'an de rû daye û di encamê de 2 kes birîndar bûne.

(bb)