Li Siwêdayê tenê xwendekarek çû ezmûnên dibistanê

Xwendekarê bi navê Kerîm Ebdulkerîm El Hemdan bi tenê li dibistana Amadeyî ya Kemal Obeyd li Swêdayê ezmûn kirin, hemû hevalên wî yên dibistanê ji ber zêdebûna aloziyên ewlehî li deverê dev ji dibstanê berdan.

Li Siwêdayê tenê xwendekarek çû ezmûnên dibistanê
30 gulan, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dibistana amadeyî ya Kemal Obeyd li bajarê Siwêdayê duh tenê xwendekarekî bi navê Kerîm Ebdulkerîm El Hemdan li dibistanê hazir bû ku ezmûnan pêşkêş bike, lê hemû hevalên wî nehatin dibistanê.

Vê bûyera bala xelkê kişand ku rewşa ne aramî û aloziya li Swêdayê tê bandoreke rasterast li sektora perwerdehiya bajêr kiriyee.

Bûyerên ku li Siwêdayê rû dan bû sedema rawestandina ezmûnan li gelek dibistanan, di nav de Dibistana Navîn a Kamal Obeyd.

Di çend hefteyên borî de, li Swêydayê û gundewarê wê di encama pevçûnên çekdarî de di navbera aliyên xwecihî û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ya demkî de, rewşa welehiy aloz bû.

Vê yekê hişt ku gelek dê û bav ji tirsa nehêlin zarokên xwe bişînin navendên ezmûnan. 

(ac)

ANHA