Mijarên fîlmên roja berî dawî; destdirêjî û afirandina hêzê

Di roja berî dawî ya Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan de fîlmên ku balê dikşînin ser bûyer û çîrokên ku jinan ji ber çeteyên DAIŞ`ê û li aliyeke din ji ber çanda tecawizê kişandine hatin pêşandan.

Mijarên fîlmên roja berî dawî; destdirêjî û afirandina hêzê
Mijarên fîlmên roja berî dawî; destdirêjî û afirandina hêzê
Mijarên fîlmên roja berî dawî; destdirêjî û afirandina hêzê
Mijarên fîlmên roja berî dawî; destdirêjî û afirandina hêzê
Mijarên fîlmên roja berî dawî; destdirêjî û afirandina hêzê
30 gulan, 2025   21:59
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn û berî dawî de, bi pêşandana 2 fîlmên derhênerên jin ên Kurd dewam kir.

Di çarçoveya bernameya danê êvarê de îro li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo fîlmê ‘Hêza’ bi derhêneriya Derya Deniz (2022) hate pêşandan. Fîlm behsa çîroka jineke Êzdî ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê (2014) dikeve nava lepên DAIŞ`ê de, dike. Jankêşiya wê jinê û zehmetiyên ku kişandine, paşê jî bandora ku lê bûye veguherandiye hêzê di fîlm de li pêş bû.

Fîlmê ‘Anqa’ jî bi derhêneriya Helîn Çelik (2023) hate pêşandan, ew fîlm bal dikşîne ser 3 jinên ji Urdinê ku ji hêla zilmana ve rastî destdirêjî û tecawîz hatine, piştî ku tên rizgarkirin jî her bandora tecawizkaran li ser wan maye.

Bi dehan şêniyên herêmê, hezkerên sînemayê, endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û xwendekarên peymangehên hunerê li fîlman temaşe kirin.

Bernameya sibe (31`ê Gulanê) roja dawî ya mîhrîcanê bi vî awayî ye:

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo saet 15:00`an belgefîlmên ‘Ezda’ yê derhêner Halime Akturk (2023), ‘Fence’ yê derhêner Sakar Osman (2024), ‘Eve Donuş’ ê derhêneriya Dilan Engin (2023), ‘Catharsis’ ê derhêner Ilana Diyar (2022) û ‘Paths’ ê derhêner Azhin Kawa (2023) tên pêşandan.

Saet 16:00`an fîlmê ‘For Justice’ yê derhêner Elif Yigit (2022) tê pêşandan.

Saet 17:00`an kurtefîlmên ‘Oda Sor’ ê derhêner Lilian Emir Eli (2020) û ‘Mirage’ yê derhêner Atefeh Salehi (2022) tên pêşandan.

Saet 20:00`an li Parka Azadî bi şahiyekê Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan bi dawî dibe.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin.

Sibe mîhrîcan bi dawî dibe.

(sb/k)

ANHA