Îsraîl dê "dewleta Cihûyan" li Xezayê ava bike

Serokê Fransayê di daxuyaniyekê de piştgirî dabû naskirina dewleta Filistînê. Li hemberî wê jî wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê ragihand ku Îsraîl plan dike "dewleta Cihûyan a Îsraîlî" li Xezayê ava bike.

Îsraîl dê "dewleta Cihûyan" li Xezayê ava bike
30 gulan, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Îsraîlê 22 avahiyên niştecîbûnê li Filistînê ava kirin. Girêdayî wê, wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku Îsraîl dike "dewleta Cihûyan a Îsraîlî" li Xezayê ava bike.

Têkildarî heman mijarê, serokê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya ji bo Sîngapûrê de gotibû ku naskirina dewleta Filistînê ne tenê erkekî exlaqî, her wiha pêwistiyeke siyasî ye.

Li hemberî avakirina avahiyên mêtingeriyê li Xezayê bi taybetî yên ku duh hatine avakirin, nerazîbûn tê nîşandan û wekî derqanûnî tên dîtin.

Katz di daxuyaniya xwe de got: "Ev bersiva rêxistinên terorîst e yên ku hewl didin zirarê bidin me û me li ser vê erdê lewaz bikin. Her wiha ev ji bo serokê Fransayê Emmanuel Macron û hevalên wî jî peyameke zelal e: ew ê li ser kaxizan dewleta Filistînê nas bikin, em ê jî li vir li ser erdê dewleta Cihûyan a Îsraîlê ava bikin. Ew kaxiz dê bikevin çopên dîrokê û dewleta Îsraîlê dê geş bibe."

Çaverê ye di Hezîrana bê de li ser çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê kongreyeke navneteweyî bi seroketiya Fransa û Siûdiyê li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Newyorkê were lidarxistin.

Tê çaverêkirin ku di kongreyê de hin dewletên dîtir dewleta Filistînê nas bikin.

(mh)

ANHA