Li Siwêdayê şer û alozî: 37 kes hatin kuştin

Li bajarê Siwêdayê yê bi piranî Durzî ne li başûrê Sûriyeyê, di navbera şervanên herêmî û komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de herî kêm 37 kes hatin kuştin.

Li Siwêdayê şer û alozî: 37 kes hatin kuştin
14 tîrmeh, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çavkaniyên herêmî, duh bi şev di navbera komên Bedewiyên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û şervanên herêmî yên ji welatiyên Durzî pêk tên de alozî derket.

Çavkaniyan ragihandin ku di pevçûnan de 37 kes, ku 27 ji wan Durzî û 10 bedewî bûn, hatin kuştin. Li gorî agahiyan, di pevçûnan de 50 kes, ku du ji wan zarok bûn, jî birîndar bûn.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku ji bo çareserkirina nakokiyan, rawestandina şer, misogerkirina ewlekariyê, şopandina berpirsyarên van bûyeran û radestkirina li meqamên edaletê yên erkdar, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê bi koordîneyî yekîneyên polîsan şandine herêmê û destwerdan kirine.

Wezaretê îdia kir ku ev şer ji ber rageşiya beriya niha rû daye.

Ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab, Rêveberiya Perwerdeyê ya Siwêdayê ezmûnên amadehî heya demeke nediyar taloq kirin.

Li gundê Teyr piştî komên çekdar ketin derdora gund, pêleke mezin a koçberiyê ber bi bajarokên El Mezraa û bajarê Siwêdayê ve çêbûn. Li derdora gund şerekî dijwar derket û hin mal hatin şewitandin. Hate diyarkirin ku komên herêmî ji bo parastina gund ji êrişên domdar li dora gund belav bûne.

Şer û pevçûn belavî bajarokên Semi û Mazrayê bûn ku gelek caran hatin topbarankirn. Li derdora Lebîn û Heranê jî şerên dijwar qewimîn. Komên herêmî diyar kir ku dê bersiva êrişan bidomînin.

Li aliyekî din komên çekdar ên ji herêma Horan teqwiye şand derdora Siweydayê da ku piştgiriyê bidin şervanên eşîrî.

SOHR’ê diyar kir ku ji Derayê bi dehan çekdar ber bi herêmên şer ên gundewarên bakur û rojavayê Siwêdayê ve bi rê ketine.

Li deriyê bakur ê parêzgehê, li dora gundê Sûra El Kebîrayê şerekî dijwar derket. Komên çekdar êrişî bendên kontrolê yên polîsan kirin û topbaran kirin.

Di encama şer de rêya Şam-Siwêydayê ji çend aliyan ve hate girtin.

Tevgera Rîcal El Kerama bang li hikumeta veguhêz kir ku "berpirsiyariyên xwe yên parastina sivîlan û ewlehiya rêyan, bi taybetî rêya Şam-Siwêdayê bi cih bîne, destwerdana hin saziyên ewlehî û leşkerî di gurkirina pevçûnê de rawestîne."

Rêberê ruhanî yê civaka Misilmanên Miwehidîn (Durzî) Şêx Hikmet El Hicrî jî banga agirbestekê kir û hişyarî li ser “hewldanên fitneyê da ku gefê li aştiya navxweyî û jiyana dîrokî li Cebel El Ereb dixwe”.

El Hicrî bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ewlehiya rêya Şam-Siwêdayê kontrol bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çekdarên eşîrên Bedew berî çend rojan li ser rêya giştî êrişî ciwanekî ji Siwêdayê kir, piştî wê çekdarên Siwêdayê û çekdarên eşîran hin kes ji her du aliyan revandin û alozî kûrtir bû, her du aliyan rêya Siwêda-Şamê girt û li wir di navbera wan de pevçûnên dijwar rû dan.

(bb)