Di çend saetên dawîn de 6 êrişên Îsraîlê li dijî Dera û Siwêdayê

Artêşa Îsraîlê di çend saetên dawîn de 6 caran gelek dever li Dera û gundewarê Siwêdayê bombebaran kir. Li gorî agahiyan windahiyên canî hene.

Di çend saetên dawîn de 6 êrişên Îsraîlê li dijî Dera û Siwêdayê
16 tîrmeh, 2025   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di çend saetên dawîn de gelek derve li parêzgeha Dera û gundewarê Siwêdayê bombebaran kirin. Balafirên şer ên Îsraîlê li dû hev, li Derayê dora avahiya Parêzgeriyê, şaxê ewlehiya leşkerî, nifûsê, bombebaran kirin. Agahî hene ku ziyan li avahiyên navborî bûne. Lê der barê windahiyên canî de tu agahî nehatin bi destxistin.

Her wiha balafirên şer gelek navendên leşkerî, foca 189 a li Cibab, Lîwa 132 a li rojavayê bajêr, bombebaran kirin. Tîmên destwerdana lezgîn berê xwe dan wan deveran ji bo ku birîndaran derman bikin.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî li gundewarê Derayê û li gundewarê Siwêdayê jî, herêma Kiswa ya başûrê Şamê bombebaran kirine.

(mh)