Li Siwêdayê mayîn teqiya: 3 kes birîndar bûn

Li gundewarên Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê ji ber teqîna mayînekê 3 ciwan birîndar bûn.

Li Siwêdayê mayîn teqiya: 3 kes birîndar bûn
4 ÇILE, 2025   13:18
NAVNEDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li gundewarên Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê 3 ciwan birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, her sê ciwan dema li devereke di navbera gundên El Lehef û Mecdel de li nêzî baregeheke leşkerî ya rejîmê bûn, mayîn bi wan ve teqiya.

Ciwanên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

(bb)