Li Siwêdayê di encama teqîna mayînekê de 4 kes mirin

Li gundê Resas ê li rojavayê Siwêdayê 4 kes dema di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li Siwêdayê di encama teqîna mayînekê de 4 kes mirin
16 hezîran, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê ragihandine, li gundê Resas ê dikeve rojavayê Siwêdayê, 4 kes dema di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da û hin kes jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên bajar.

(bb)

ANHA