Li Şamê serokê Beşa Qesra Dadê di teqînekê de birîndar bû

Serokê Beşa Qesra Dadê ya Herêma Bebîla ya gundewarên Şamê di encama teqandina bombeyekê di erebeya wî de birîndar bû.

Li Şamê serokê Beşa Qesra Dadê di teqînekê de birîndar bû
16 hezîran, 2026   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve ragihand ku serokê Beşa Qesra Dadê ya herêma Bebîla ya gundewarên Şamê Selah Ehmed El Salih di teqîna bombeyekê ya li dijî erebeya wî de, birîndar bû. Hat gotin bûyer li taxa Def El Şok a gundewarê Şamê pêk hat.

Hate zanîn ku bombeyek ku kesên nenas bi cih kiribû, dema derbasbûna erebeyê di taxê re, pê de teqiya. Di teqînê de El Salih birîndar bû û zirar li erebeyê bû.

(bb)