Li Dirbêsiyê 20 donim genim şewitî

Li gundê Cirnikê yê Dirbêsiyê nêzî 20 donim genim şewitî. Ekîbên agirkujiyê şewat kontrol kir.

Li Dirbêsiyê 20 donim genim şewitî
16 hezîran, 2026   15:30
HESEKÊ

Li gundê Cirnikê yê bajarê Dirbêsiyê agir bi zeviyên genim ket.

Ekîbên agirkujiyê şewat vemirand, beriyê ku qadên zêdetir bide ber xwe.

Li gorî agahiyan, şewat ji ber traktora çandiniyê ya aîdî kesê bi navê Rustem Hecî Hisên ê ji gundê Heram Reşê derket. Di encamê de nêzî 5 donim zeviya genim a Mihemed Nûr Hisên, 5 donim ê Şivan Dawûd û 10 donimên din ên cotkarê bi navê Dawûdê Seqî, şewitî.

(bb)