Li Siwêdayê bêdengî serwer e

Piştî êriş û şerên ku duh êvarî li Siwêdayê qewimîne, niha bêdengî serwer e. Metirsî hene ku careke din êriş dest pê  bikin.

Li Siwêdayê bêdengî serwer e
14 mijdar, 2025   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh êvarî êrişên berfireh li dijî gundewar rojavayê Siwêdayê pêk anîn û hewl dan bikevin gund. 

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku duh bi şev bajarokê Mecdel û derdora wê bi çekên giran û drokan hatin topbarankirin û bombebarankirin. Nûçegihanê me ji saetên derengî şev êriş sekinîne û car caran dengê fîşekan tê.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê duh (Pêncşem 13 Mijdar 2025) ragihandibû  ku êrişên dijwar hatine kirin  û ji gelek eniyan ve hewla ketina gudên Siwêdayê hatin kirin. Hêzên Parêzvanên Nîştimanî daxuyand ku wan bersiva êrişan dane û derbên giran li êrişkdaran xistin, di heman demê de li eniyên pêşîn xurt kirine.

Ji berbanga îro ve dengên çekên giran sekinîne, lê her du alî di amadebaşiyê de ne. Şênî jî di tirsê de ne caareke din êriş werin kirin.

ANHA