Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê

Vê hefteyê li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava ya 5’emîn ku 13’ê Mijdarê destpêkiribû didome, li kantona Firatê jî şanoya Dengê Jinê ku Naşkê dê li sê navendan bê nîşandan.

Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
14 mijdar, 2025   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bername û çalakiyên çand-hunerî yên ku di nava civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cihekî girîng digirin, her hefteyê li cihên cuda pêşkêşî gel tên kirin. 

Bernameyên ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Hîlala Zêrîn ve tên organîzekirin, vê hefteyê li kantona Firatê û bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ne.

* Di çaçoveya Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava de li bajarê Qamişloyê pêşandana fîlman didome. Dê ji roja înê (14’ê Mijdarê) heta roja pênçşemê (20’ê Mijdarê) li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ji 80’an zêdetirî (li gorî wextê hinek fîlm lê tên zêdekirin) fîlm, kurtefîlm, belgefîlm ji demijmêr 10.00’an heta 22.00’an bên nîşandan. Her wiha semînerên li ser sînemayê dê bên çêkirin. Roja 20’ê Mijdarê yanî roja dawî çalakiyek hunerî ya mûzîk û stranan bê çêkirin, xelat bên belavkirin.

TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn dê bi hev re şanoya Dengê Jinê ku Naşkê li sê navedên kantona Firatê pêşkêş bike. Di 16’ê Mijdarê de li bajarê Sirinê, di 17’ê Mijdarê li bajarê Çelebiyê, 19’ê Mijdarê li navçeya Şêranê bê nîşandan.

(bî/fr)

ANHA