Li sînorê Lubnan-Sûriye êrişên Îsraîlê: 5 kes mirin

Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê konvoya kamyonan kir hedef. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 5 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.

Li sînorê Lubnan-Sûriye êrişên Îsraîlê: 5 kes mirin
11 hezîran, 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê duh bi şev konvoya kamyonan a ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê dibû, kir hedef. SOHR da zanîn ku di encama êrişa li nêzî herêma Qesîr a nêzî sînorê Lubnanê  hatibû kirin de, 3 sûriyeyî yên bi Hizbullah re kar dikirin û du lubnan mirin, 5 kes birîndar bûn û 2 jî windayî ne.

Li gorî AFP’ê jî ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke leşkerî girtin,  di êrişa bi 9 moşekên Îsraîlê ya li dijî tankarên peterolê de, herî kêm 3 endamên Hizbullah hatin kuştin. AFP’ê ragihand ku Îsraîlê li herêma Hermel a Lubnanê (140 kîlometereyan nêzî sînorê Îsraîlê ) jî avahiyek bombebran kir.

(bb)