Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?

Komên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî bendeke kontrolê ya hevbeş a li çerxerêya Şîhan a li derdora taxa Eşrefiyê ya Helebê kir, lê beriyê êrişê dorpêça li ser her du taxan hat girankirin û tevgerên dronan li asîmanê taxan hebûn.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?
22 kanûn, 2025   18:58
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Di van çend saetên dawîn de komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz êrişî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb û hêzên hikumetê ya li Çerxerêya Şîhan kir.

Ji bo bersivdana êrişan, di çarçoveya parastina rewa de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersiv da jêderên êrişê, bi wê re li gelek eniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pevçûn rû da.

Ev pevçûn û êriş hemwextî serdana şandeya dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya Hakan Fîdan ji Şamê re pêk tê.

Lê beriya vê êrişê, ji 25ˊê Îlonê ve dorpêçek giran li ser her du taxan hat ferzkirin, bi wê re hikumeta veguhêz nehişt sotemenî û madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Li kêlek wê jî hikumeta veguhêz dronên radikirin ser her du taxan, ev jî binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd -Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin e.

(fr)

ANHA