Li ser xeta Heleb-Efrînê binpêkirin û biryarên tacîzê

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku xebatên geraca Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sekinandiye, erebeyên ku diçin bajarê Efrînê disekinin û xwediyên wan neçar dikin ku geraca navenda bajar bi kar bînin. Ajokar ji ber van nêzîkatiyan bi hêrs in û diyar dikin ku bi vê yekê zehmetiyên wan ên rojane zêde dibin û neçar in pereyên zêde xerc bikin.

Li ser xeta Heleb-Efrînê binpêkirin û biryarên tacîzê
Li ser xeta Heleb-Efrînê binpêkirin û biryarên tacîzê
Li ser xeta Heleb-Efrînê binpêkirin û biryarên tacîzê
Li ser xeta Heleb-Efrînê binpêkirin û biryarên tacîzê
5 kanûn, 2025   14:36
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

Hikumeta veguhêz wesayitên ku geraca Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diçin û tên, tevî ku ji sala 1992’yan vir ve hene jî bi hinceta ku wan kart ji geraca navenda dernexistiye, desteser dike.

Rêveberiya geracên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ajansa me re diyar kir ku di biryarên hikumeta veguhêz de nakokî heye, ji ber ku ew xwe dispêre kartên geracê yên ku li ser rêyên her du taxan û hemû parêzgehan, bi taybetî Şamê, hatine dayîn, lê ne kartên rêya Efrîn-Helebê ne.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ajokarên xeta Efrîn-Helebê dixebitin bertek nîşanî biryarên hikumeta veguhêz dan û diyar kir ku ew neçar in nêzî 50 hezar lîreyan xerc bikin ta bigihêjin geraca navenda bajar.

Ji ber van binpêkirinan, ajokaran li cem berpirsê geraca Efrînê yê ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatiye erkdarkirin Husam Ozon gilî kirin. Her wiha giliyê êrişa bi kêrê ya berî mehekê li ajokar Ehmed Elî û gefa kuştinê li bavê wî xwarin.

Ehmed Elî ji eşîra Umeyrat e, ji ajansa me re diyar kir ku rêvebera geraca Efrînê Husam Ozon û endamekî hêzên hikumeta veguhêz bi navê Ebû Welîd El Nebhan gefa kuştinê lê xwarine. Her wiha destnîşan kir ku alîgirên Ozon bi kêrê li kurê wî dane ji ber ku karta geraca ku buhayê wê 10 hezar lîre ye, qut nekiribû û got: "Gelo yên kartê qut nekin, bi kêran li wan didin!"

Ehmed bang li aliyên têkildar ên hikumeta veguhêz kir ku Husam Ozon ji kar dûr bixin û ddestnîşan kir ku Ozon cudakariya li ser esasê mezhebî di navbera ajokaran de çêdike. Her wiha xwest kesekî Efrînê ji bo rêvebirina geracê were erkdarkirin, ji ber ku ew bêtir taybetmendiyên herêmê nas dike.

Hejmarek ajokaran destnîşan kir ku di geraca navenda bajar de rişwet çêdibin û ji bo erebeyên ku bi awayekî aşkera û bi rêk û pêk naxebitin 5 dolaran distînin.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya geraca taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dane, beriya van binpêkirinan rojane 100 seferên rêwîtiyê çêdibûn.

(bb)

ANHA