Li ser sînorê Sûriyeyê seferberiya artêşa Lubnanê

Piştî ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewl da nuqteyeke leşkerî li herêma sînorî ya nakok ava bike, artêşa Lubnanê li Cerûd Ersal seferber bû.

Li ser sînorê Sûriyeyê seferberiya artêşa Lubnanê
10 mijdar, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê piştî şopandina tevgerên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û hewldanên wê yên avakirina nuqteyeke leşkerî li ser girekî herêma sînorî ya nakok, li devera Cerûd Ersal ketiye seferberiyê.

Çavkaniyan ji rojnameya El Nehar re got yekîneyeke artêşa Lubnanê piştî şopandina tevgerên hêzên hikumeta veguhêz tavilê li derdora gir belav bû da ku rê nede guhertinên meydanî li herêmê çêbin. Heman çavkaniyan da zanîn ku armanca artêşê ji vê tevgerê, parastina sînorê rojhilat û serdestiya Lubnanê ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji bo şopandina geşedanên meydanî û parastina ewlehiya sînor, peywendî dewam dikin. Her wiha îşaret pê kir ku ew hewldanên ferzkirina rewşekê li ser xaka Lubnanê red dikin.

(bb)