Li ser rêya Hums-Şam qeza: 3 kes mirin

Li ser rêya Hums-Şamê qezaya trafîkê çêbû. Di encamê de 3 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Li ser rêya Hums-Şam qeza: 3 kes mirin
19 nîsan, 2026   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sibeha li ser rêya Hums-Şamê erebeyeke barhilgir li 2 erebeyan qelibî. Di encamê de jinek, zarokek keçîn û mêrek mirin û 3 kes birîndar bûn.

Tîmên awarte û rêveberiya karasetan a Humsê berê xwe dan cihê bûyerê, cenaze rakirin û yên birîndar jî birin nexweşxaneyê. Her wiha erebeya barhilgir a şewitî vemirandin.

(bb)