Li gundewarê Hemayê operasyona ewlehiyê

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundekî Sehil El Xab ê Hemayê operasyonek pêk anî

Li gundewarê Hemayê operasyona ewlehiyê
19 nîsan, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundê Xendeq ê Sehil El Xab ê Hemayê operasyoneke ewlehiyê pêk anî.

SOHR'ê diyar kir ku hêzên hikumetê bi ser gelek malan de girt, kel û pelên wan şikandin, li mêran û jinan dan û heqaret li wan kir, her wiha hin ciwan revandin.

SOHR'ê da zanîn ku hêzên ewlehiyê çekên xwe derbasî wan malan kiribû û piştre wêneyên wan di hundirê wan malan de kişandine mîna ku berê çek tê de bûn, nîşan da.

(bb)