Li ser medyayên dîjîtal Haştagˊa "ji bo Şengalê" dest pê dike

Ji bo pêşî li planên li dijî Şengalê were girtin, hêzên wê yên parastinê bi awayeke fermî ji aliyê Iraqê ve were naskirin û îradeya wê ya siyasî were qebûlkirin, li ser hemû medyayên dîjîtal xebata haştagê ya #HandsOffShingal tê destpêkirin.

Li ser medyayên dîjîtal Haştagˊa "ji bo Şengalê" dest pê dike
24 sibat, 2026   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya çalakvanên Êzidî yên Şengalê û derveyî welat ku siyasetmedar, rojnamevan û kesayetên Êzidî yên weke Feleknas Ûca, Cîhan Celo, Heso Îbrahîm, Xwedêda Îlyas, Sûham Şengalî û gelek kesayet û çalakvan, ji bo pêşî li êriş û planên nû li ser civaka Êzidî were girtin û îradeya wê were naskirin, xebateke Haştagê bi rêya Çira Tv ragihandin.

Aktîvîstên Êzidî yên bi tevlîbûna sazî û rêxistinên Êzidî yên li welat û derveyî welat xebata Haştagê ji bo xwedî derketina li Şengalê û avakirina raya giştî dan destpêkirin.

Di bangawaziya aktîvîstên Êzidî ya bi ser navê ‘Ji bo Şengalê’ de tê gotin: ‘‘Şengal û civaka Êzidî di bin gef û metirsiyeke nû de ne. Pîlanek ku hedef dike Şengal û civaka Êzidî bê parastin û bê statu bimîne di meriyetê de ye.’’

Di dewama bangawaziyê de ev daxwazî tê rêzkirin: ‘‘Ji bo rê li ber fermanên nû were girtin; Divê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê ji aliyê Iraqê ve were naskirin. Mafê xwe parastin û xwerêvebirinê ya Êzidiyan were naskirin. Pêwîste statûya Şengalê di çarçoveya yasayî de were qebûlkirin.’’

Aktîvîstên Êzidî ji hemû bikarhênerên platformên dijîtal medya yên li gel wê ne Şengal bêparastin û statuya wê were mîsogerkirin tê xwestin, îşev tevlî xebata Haştagê bibin.

Wê xebata Haştagê bi saeta Kurdistanê 21.00 û bi saeta Ewropa jî 19.00’an dest pê bike.

Haştag jî wiha ye;

#HandsOffShingal