Li Şamê nêzî 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin

Komîteya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hemleya komkirina îmzeyan li Şamê bi dawî bû. Di hemleyê de nêzî 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin.

Li Şamê nêzî 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin
5 nîsan, 2024   16:56
ŞAM

Komîteyê bi daxuyaniyekê encamên hemleyê eşkere kirin. Daxuyanî li taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê ji aliyê endamê komîteyê Hesen Ebdullah ve û bi beşdariya endamên komîteyên komkirina îmzeyan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû çalakiyên li Şamê û gundewarê wê tev li hemleyê bûn ji ber ku şêniyan bawer kiriye ku projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn rêya herî guncaw e.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hemleya komkirina îmzeyan li Şamê û gundewarê wê bi encama 3 hezar û 200 îmzeyan bi dawî bû.

Di dawiya daxuyaniyê de soza xwedîderktina li nirx û mîrasa şoreşgerî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîlî hat dayîn.

(mh)