Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir

Çalakiyên salvegera sedsaliya damezrandina Qamişloyê bi beşdariya hezanan şênî û şandeyek ji hikumeta veguhêz li Parka Azadî ya bajêr dest pê kir. Di şahiyê de wê axaftin, stran û xeletkirina hejmarek kesayetan pêk bê.

Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
Li Parka Azadî şahiya sedsalaiya damezrandina Qamişloyê dest pê kir
20 tebax, 2026   20:11
QAMIŞLO

Bi beşdariya hezaran şênî û şandeyek ji hikumeta veguhêz çalakiyên şahiya salvegera sedsaliya damezrandina Qamişloyê li Parka Azadî ya bajêr dest pê kirin. Wê di şahiyê de axaftin, stran werin kirin û hejmarek kesayet were xelatkirin.

Wê Hevseroka Şaredariya Qamişloyê Bêrîvan Omer axaftina bixêrhatina beşdaran bike, wê li ser cihê dîrokî yê bajêr û rola wê di jiyana hevbeş û pirreniya çandî de biaxive.

Wê di şahiyê de Rêvebera Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam li ser xebata şêniyan di avakirina bajêr û pêşxistina wê bi salan de biaxive, her wiha wê Ebdulhafiz Keleş li ser navê hikumeta veguhêz behsa dîroka Qamişlo û rola wê di mozaîka Sûriyeyê de bike.

Girêdayî mijarê, Metranê Suryanên Artodoks ê herêmên Cizîr û Firatê, Mar Morîs Emsîh û nûnerê dêrika Ermen Artodoks baba Hagop Nerses Barsoumian li ser nirxên biratî û jiyana hevbeş a bajêr biaxivin.

PÊŞANDANÊN HUNERÎ Û FOLKLORÎK

Di bernameya şahiyê de wê hunermend Ednan Seîd, Hofîk, Şerîf Omerî, Esed Zekî, Nesrîn Botan, Ferhad Kurdî û Cadar Zaxoyî stranan bêjin.

Wê koma Şehîd Welat a Govendê, koma Govendê ya Ermenî, Koma Botan pêşandanên folklorîk pêşkêş bikin û şanoyek jî were pêşkêşkirin.

Li kêla wan jî wê belgefîlmek li ser dîroka Qamişlo ji damezrandina beriya sed salî heta bi îro were pêşandan.

Çaverê ye di şahiyê de hejmarek kesayetên navendar ên bajêr, wêjevan û rewşenbîr werin xelatkirin.

Çalakî wê bi hunerên gelêrî û folklorîk bi dawî bibin.

(f)

ANHA