Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 12 jin hatin qetilkirin

Hate zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê 12 jin hatin qetilkirin, 12 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 12 jin hatin qetilkirin
2 gulan, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, di meha Nîsanê (2025) de li Rojhilatê Kurdistanê 12 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.

Li gorî heman rêxistinê, jî di heman mehê de 12 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê aşkera kir ku par (2024) li Rojhilatê Kurdistanê 47 jinên Kurd ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 97 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da bûn.