Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû

Bi diruşma ˊBi ruhê Newrozê Rêbertî azadî bikin, serkeftinê bi dest bixinˊ çalakiyên Newrozê li Tebqayê bi pêşkêşkirina stran û mûzîkê ji hêla komên Navenda Çand û Hunerê ve bi dawî bû.

Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
Şahiya Newroza Tebqayê bi dawî bû
20 adar, 2024   17:06
TEBQA

Bi beşdariya bi hezaran xelkê, çalakiyên Newroza 2024ˊan vê sibehê dest pê kirin.

Dûre dayikên şehîdan û malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxist, Meclisa Leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê axivîn û Newroz pîroz kir.

Axêveran anî ziman ku ev roj, roja berxwedan û têkoşîna li dijî dijminên mirovahiyê ye, roja rizgarî û gihandina azadî û rûmetê ye.

Axêveran diyar kir ku her kesên hewl bidin projeya neteweya demokratîk têk bibin, li hemberê bisekinin û got bi ruhê Newrozê û tevahî şehîdan ew ê terorê têk bibin ku gel bi azad û aştî bijîn.

Koma Goral a Tebqa, koma dîlanê ya Navneda Merwan a Curniyê, koma Zenûbiya, koma folklor a dîlan stran, mûzîk pêşkêş kirin. Dûre hunermed Raman Mihemed, Şadî Zubêdî, Memdûh El Şitêwî, Serdar Zêdan û Rûkan Reşîd stran pêşkêş kirin.

Li dawiyê dîlan li ber stranan hatin gerandin.

(fr)

ANHA