Li rojhilatê Dêrazorê çek û bermahiyên DAIŞ`ê hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê bajarê Dêrazorê çek û bermahiyên DAIŞ`ê peyda kirin.

23 mijdar, 2024   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Dezgeha Ewlekariya Giştî ya hêzên wan, li rojhilatê bajarê Dêrazorê gelek guleyên hewanan û bombeyên bermahiyên DAIŞ`ê dîtine.

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya operasyonên ewlekarî û îstixbaratî de ku hêzên me ji bo ziwakirina çavkaniyên terorê pêk anîn, Dezgeha Ewlekariya Giştî veşartgehek ku tê de top û teqemeniyên ku DAIŞ`ê di dema dagirkirina herêmê de li şûna xwe hiştibûn, dîtin. 

Bi giştî 70 hewan û 3 teqemeniyên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin, hatin desteserkirin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku nêzî tu tiştekî gumanbar nebin û eger tiştekî biguman dîtin, demildest agahiyê bibin hêzên ewlekariyê.

 (şx/k)