Însiyatîfa Parêzeran: Divê li hember pergala îşkence û qirkirinê gavên berbiçav bên avêtin

Însiyatîfa Parêzarên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan bang li civata navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gavên berbiçav biavêjin.

Însiyatîfa Parêzeran: Divê li hember pergala îşkence û qirkirinê gavên berbiçav bên avêtin
23 mijdar, 2024   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî biryara dawîn a desthilata Tirk ku nahêle parêzer bi Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehan hevdîtinê bikin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilata Tirk vê dawiyê hevdîtina parêzer bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehan qedexe kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ev biryar li dijî qanûnên navneteweyî ye û berdewamkirina binpêkirina mafên mirovan nîşan dide.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku biryara desthilata Tirk li dijî madeya sêyemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya sala 1950`î ye, her wiha li dijî madeya 7`an a Pergala Romayê ya Dadgeha Ceza a Navneteweyî ya Laheyê ya sala 1984`an, madeya 5`an a Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ya sala 1966`an û madeyên yekemîn û duyemîn ên peymana li dijî îşkenceyê ya 1984`an e.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku çareseriya hiqûqî û siyasî 23`yê Cotmeha 2024`an pêşkêş kiriye, tedbîrên pêwîst bigire.

 (şx/k)