Li Bexdayê êrişa çekdarî:  2 xizmên Hadî Amirî hatin kuştin

Li Bexdayê di encama êrişeke çekdarî de 2 xizmên Hadî Amirî hatin kuştin.

Li Bexdayê êrişa çekdarî:  2 xizmên Hadî Amirî hatin kuştin
18 sibat, 2024   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gor nûçeyên di medyaya Iraqê de hatine parvekirin, di saetên êvarê de li devera Raşdiye ya Bexdayê 2 çekdaran gule li 2 xizmên Hadî Amirî barandin û ew kuştin.

Hat gotin, kesên hatine kuştin zavayê Hadî Amirî yê bi navê Sebrî Amirî û pismamekî Amirî ye.

Hat gotin kesên êrişkar jî ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetihe û yek ji partiyên di nava Çarçoveya Hemahengî de ye ku hikûmeta Iraqê pêk aniye.