Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Rebqayê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Heleb û Şehbayê amadekariyan dike.

Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
Li Reqayê jî amadekariyên pêşwazîkirina koçberan
2 kanûn, 2024   23:54
REQA

Maseya Krîzê ya girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê ragihand ku ji bo pêşwazîkirina welatiyên ji Heleb û Şehbayê hatine koçberkirin, navendên bicihkirinkirinê amade dike.

Di çarçoveya amadekariyan de, wekî gava pêşîn  zemîna staduyma Beledî ya li naverasta bajarê Reqayê hatiye amadekirin û alavên germkirin, xwarin, vexwarin û pêwîstiyên din lê hatine bicihkirin.

Maseyê hin dibistanên li hundirê bajar jî ji bo bicihkirina malbatên koçber amade kirine.

Li aliyekî din jî, Yekitiya Ajokaran, Nivîsgeha Veguhestina Hundirîn Bejahî ya Kantona Reqayê otobus ji bo veguhestina ewle ya koçberan ji deriyê El Bû Asî yê rojhilatê bajarê Tebqayê ber bi bajarê Reqayê  ve bi rê kirine.

Cîgirê Hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Reqayê û endamê Maseya Krîzê Ehmed El Ehmed diyar kir ku pîştgirîkirina koçberan di van demên dijwar de wekî erkekî li ser xwe dibînin.

Li Tebqayê jî ji bo pêşwazîkirina koçberan navendên bicihkirinê yên demkî hatin amadekirin. Ji sedên destpêkê yên êvarî û heya niha bi dehhezaran koçber li Reqayê hatin pêşwazîkirin.

(bb)

ANHA