Çeteyan welatiyek qetil kir û yek din birîndar kir

Welatiya bi navê Ehmed Hiso û hevjîna wî dema xwestin ji Til Rifetên biçin Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatin gulebarankirin. Di encamê de Ehmed şehîd bû û hevjîna birîndar bû.

Çeteyan welatiyek qetil kir û yek din birîndar kir
2 kanûn, 2024   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Hiso û hevjîna wî îro dema dixwestin ji bajarê Til Rifetê biçin Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin gulebebarankirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku di gulebaranê de Ehmed Hiso şehîd bû û hevjîna wî birîndar bû. Li gorî çavkaniyan çeteyan hevjîna Ehmed Hiso birin cihekî nediyar.

(bb)