Êrişên dagirkeriyê li gelek navendên Ewropayê hatin şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dimînin li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek navendan daketin qadan.

Êrişên dagirkeriyê li gelek navendên Ewropayê hatin şermezarkirin
3 kanûn, 2024   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava û Helebê li gelek navendên Ewropayê hatin protestokirin.

LÎMASOL

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî protesto kirin. Girseya ku li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Thefilosê li hev civiyan, ber bi Şaredariya Limasolê ve meşiyan.

Di pêşiya korteja meşê de flamaya mezin a YPG’ê, posterên Rêber Apo, al û flamayên PKK, HPG hatin hilgirtin. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî HPG” hatin berzkirin û bi sedan belavokên têkildarî êrişên dagirkeriyê hatin belavkirin.

Li pêşiya Şaredariya Limasolê piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin.

Siyasetmedar Lezgîn Serhat û nûnerên PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş di çalakiyê de axivîn. Di çalakiyê de hate gotin ku gelê Kurd ji xeynî hêza xwe hêviyê ji tu dewletek neke û hişyarî hate kirin ku bi tenê daxuyaniyên şervanên azadiya Kurdistanê û nûnerên siyasî yên gelê Kurd esas bigirin.

MALMO

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Malmoyê başûrê Swêdê li ser banga NCDK Skanê li hev civiyan û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava protesto kir.

Kurdistanî, Tora Piştevaniya Filîstinê, Tora Piştevaniya Îranê, Komîteya Rojava û gelek nûnerên rêxistina çep beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftina li ser navê NCDK’ê de hate xwestin ku gelê Kurd û dostên wan li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi hestiyar bin. Di axaftina li ser navê Komîteya Rojavayê de jî wiha hate gotin: “Em êrişên li ser Rojava ji çeteyên DAÎŞ’ê pir baş dizanin. Daxwazên ku DAÎŞ’ê nekarî bi ser bixe, dewleta Tirk û çeteyên wî hewl didin bikin. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku piştgirî bidin têkoşîna Kurdan. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li Şoreşa Jinê ya li Rojava derkevin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPJ”, “Bijî YPG”, “Bijî Serok Apo” ve “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

GOTEBORG

 Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava li bajarê Goteborg ê Swêdê daketin qadan.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku li pişt êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî piştgiriyeke navneteweyî heye û banga piştevaniyê ya bi Rojava re hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan bi organîzasyona Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Sûriye û Rojava protesto kirin.

Di mîtîngê de Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan axivî. Çopan destnîşan kir ku dewleta Tirk Kurdan weke dijmina xwe ya herî mezin dibîne û ji bo tunekirina Kurdan her rêyê bi kar tîne.

Çopan diyar kir ku hêzên YPG û YPJ’ê yên li Rojava parastina Kurdan dikin bi berdewamî bang dikin û anî ziman ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê bersivê bide van bangan. Çopan daxuyaniya YPG’ê ya dawî bi bîr xist û anî ziman ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan xwedî li hêzên ku Rojava diparêzin, derkevin. Çopan destnîşan kir ku divê gel her tim ji bo tevgerê amade be.

Di mîtîngê de danezanên bi Elmanî hatin xwendin û belavkirin û dirûşmeya “Xwedî li Rojava derkeve” hate berzkirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Almanyayê êrişên li ser Rojava bi meş û mîtîngê hate protestokirin. Mîtîng bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de ji bo ku dewleta Tirk a dagirker demildest piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên li Rojava berde bang li saziyên navneteweyî hate kirin û bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku kolanan neteriqînin.

Piştre girseyê bi dirûşmeyên “Bijî berxedana Gerîla", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye û “Erdogan qatîlê zarok û jinan e” dest bi meşê kir. Di meşê de gelek pankart û flama hatin hilgirtin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li ber avahiya Konsolxaneya Tirkiyê hatin ba hev, bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG" û "Bijî YPJ" berz kirin.

 Di çalakiyê de bi zimanê Îngilîzî daxuyanî hat xwendin û banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin.

ARNHEM

Kurdistanî li bajarê Arnhem ê Hollandayê li Willenspleinê li hev civiyan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û NCDK’ê li qada Sergels Torgê hate lidarxistin.

Komîteya Rojava ya Stockholmê û rêxistinên çep ên Swêdê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dewleta Tirk ji Rojava bicehime”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava bikêşin”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de endama Meclîsa Jinê ya Amara Girin Kasirga axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî yên paşverû bi êrişên li ser herêma xweser a Rojava dixwazin li Sûriyeyê kaos û pevçûn dîsa kûr bibin, destkeftiyên ku gel bi berdêlên mezin bi dest xistine ji holê rakin. Ji 29’ê Mijdarê ve êrişî Helebê kirin û piştre jî beralî Hama û bajarên din bûn. Bi hemwextî êrişî dagirkeriyê li dijî Şehbayê jî dan destpêkirin, ev yek nîşan dide ku konseptekî pir berfireh heye. Dijminatiya dewleta Tirk a faşîst sînoran nas nake.”

Di dawiya çalakiyê de bang hate kirin ku ku çalakiyên ji bo Rojava bi tenê rojekî re sînordar nemîne û her tim di nava çalakiyan de bin. Hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de wê li Stockholnê çalakî bên lidarxistin û wiha hate gotin: “Em bang li jin, gelê Kurd, dostên gelê Kurd û mirovahiyê dikin ku xwedî li Rojava derkevin.”

MANNHEIM

Li bajarê Mannheim ê Almanyayê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

KOLN

Li Kolnê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin.

STUTTGART

Êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heleb û Rojava li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Lautenschlagerstaße hatin cem hev, heta Rotebuhlplatzê meşiyan û li wir daxuyanî dan.

BELLINZONA

Li bajarê Bellinzona yê Kantona Ticino yê Swîsreyê jî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heleb û Rojava hate protestokirin.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana YPJ) hatin berzkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê jî Kurdistanî daketin qadan. Girseya ku flamayên kes, zor û zer hildan û dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye" berz kirin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê jî êrişê dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber statsyona navendî ya bajar hatin ba hev û heta Qada Hauptwacheyê dest bi meşê kirin. Di meşê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berz kirin.

Kurdîstanî û dostên wan li ber Hauptwacheyê daxuyanî da û banga piştevaniya bi Rojava re kirin.