Li Dêrazorê 8 DAIŞ’î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tevkariya HAT’ê li Dêrazorê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Li Dêrazorê 8 DAIŞ’î hatin girtin
14 îlon, 2025   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13’ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê Dêrazorê  li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 8 çeteyan pêk dihat hat girtin û miqdarek çek û cebilxane ku li gel wê hate dîtin, hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, şaneya hatî girtinplana pêkanîna êrişan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê operaasyonên li dijî komên çete bidomîne û bang li şêniyan kir ku eger tevgerên biguman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

(bb)