Belgeyeke din a firehkirina dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin dewleta Tirk a dagirker bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe li sînorê gundê Guherzê rêyeke nû vedike û dixwaze baregehek nû ya leşkerî ava bike. Her wiha PDK`ê jî parastina amêrên ku pê rê têne vekirin dike.

Belgeyeke din a firehkirina dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê
22 mijdar, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Rojnews`ê dîmenek parve kir û di wê dîmenê de xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker dagirkeriya xwe bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) firehtir dike. 

Li gorî dîmenê, artêşa Tirk a dagirker ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li nav xaka Başûrê Kurdistanê, li sînorê gundê Guherzê yê ser bi bajarokê Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, rêyeke nû vedike.

Her wiha Roj Newsê li gorî agahiyên ji heman çavkaniyan wergirtine, da zanîn ku çekdarên PDK’ê û MÎT’ê parastina kelûpel û wesayîtên ku pê rê tên vekirin, dikin.

Hêjayî gotinêye ku beriya çend rojan jî Roj Newsê dîmenê vekirina rêya dagirkeriya artêşa Tirk ji raya giştî re parve kiribû. Lê hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ti helwestek li hember wê û baregehên nû ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne avakirin, nîşan nedane. Ji bo wê jî îro bi belgeyeke nû derket holê ku artêşa Tirk li pişt gundê Guherzê amadekariya çêkirina baregehek nû dike.

(şx)