Li Qamişloyê têkildarî ‘Doza Kobanê’ forumek li dar ket

Di foruma hiqûqî ya der barê “Doza Kobanê” de hat diyarkirin ku dadgehên dewleta Tirk şiklî ne û aliyên ku divê biryara dadgehê rexne bikin jî di bin bandora hikumeta AKP`ê de ne.

25 gulan, 2024   15:25
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê û Encûmena Dadmendiya Civakî ya Kantona Cizîrê li avahiya dadgehê li Qamişloyê têkildarî “Doza Kobanê” û cezayên derqanûnî yên li siyasetmedar û çalakvanan hatine birîn forumeke hiqûqî li dar xist.

Li forumê nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), parêzer û dadger amade bûn. Hevseroka Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê Nisrîn Osman bixêrhatina mêvanan kir.

Endamê Yekitiya Parêzeran Xalid Omer di forumê de axivî û diyar kir ku Kobanê yekemîn bajar e ku gelê wê bi têkoşîna xwe ew ji hikumeta Şamê rizgar kir û saziyên xwe lê ava kirin. Omer got hikumeta AKP`ê bi komkirina çeteyan û şandina wan ji Rojavayê Kurdistan re xwest îradeya gelan têk bibe û wiha pê de çû: “Piştî têkçûna AKP`ê di hilbijartinên şaredariyan de, berê xwe da biryara dosyaya Kobanê. Ew biryar biryareke siyasî ye û dûrî qanûnê ye.”

Endamê Yekitiya Parêzeran Şahîn Lalê jî destnîşan kir ku hikumeta AKP`ê dide diyarkirin ku rewşa giştî ya li Tirkiyeyê têk diçe, ew jî ji bo zextê li gelan bike biryara cezakirina 108 siyasetmedaran da.

Şahîn Lalê got li Tirkiyeyê hiqûq siyasî ye, bi destê AKP`ê ye û ne serbixwe ye û wiha got: “Dadgehên li Tirkiyeyê şiklî ne, em berxwedana parêzeran silav dikin, ji erka me ye jî ku li hember van kiryaran bisekinin.”

Dadger Wail Ehmed jî got dewleta Tirk a dagirker piştî biryara doza Kobanê li 14 bajaran qedexeya kombûnê danî û wiha dewam kir: “Aliyên ku divê biryara dadgehê rexne bikin jî di bin bandora hikumeta AKP`ê de ne.”

Her wiha hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku divê hikumeta AKP`ê ji ber sûcên dermirovî yên wekî şewitandina mirovan, kişandina pora jinan, êriş û qetilkirinan bê darizandin û wiha anî ziman: “Divê em li hember bêedaletiyê xwedî helwest bin.”

(sb)

ANHA