Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî

Li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê bi tevlêbûna 50 zarokan, Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî hat destpêkirin.

Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
Li Qamişloyê Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî
14 tebax, 2025   13:21
QAMIŞLO

Pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî ya Zarokan ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi hevkariya Weqfa Super Activity ve tê birêxistinkirin, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo bi beşdariya 50 zarokî hate destpêkirin.

Pêşbirk ji 50 zarokan pêk hat, lê piştî perwerdekirina du mehan 32 zarok hatin hilbijartin.

Temenê zarokan ji 4 salî heya 14 salî ye, ev zarok ji pêkhateyên Kurd û Ereb in.

Piştî ku ev zarok bi ser bikevin wê dîsa pêşbirkek tenê li ser asta Sûriyeyê were lidarxistin, piştre wê zarokên serketî, bi rêya onlinê tev li pêşbirkên li cîhanê dar bikevin bibin.

Di pêşbirkê de pirs li ser zarokan hatin belavkirin û tenê 7 deqe ji wan re hat dayîn ku bersiva pirsên hevdan, kêmkirin û komkirinê bidin.

Di 11ˊê mehê de jî li kantona Tebqayê pêşbirka Olîmpiyada Hijmaryariya Hişbarî ya Zarokan bi tevlêbûna 60 zarokî hatibû lidarxistin.

(fk/fr)

ANHA