Li Qamişloyê komxebata Banga Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxstin

Beşdarên komxebata der barê banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" li ser girîngiya rola rewşenbîran di xurtkirina aştiyê û avakirina civakeke demokratîk de gotûbêj kirin.

11 tîrmeh, 2025   17:06
QAMIŞLO

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê îro komxebata bi sernavê Rewşenbîr û Banga Azadiyê û Civaka Demokratîk, li hola zana Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist. Komek nivîskar, rewşenbîr û çalakvan, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

ji Rêveberê Yekîtiya Rewşenbîrê Kantona Cizîrê Kurdyar Dirêî axaftina vekirinê kir û tekez kir ku rewşenbîr di civakan de bingeha guhertinê ne û bêyî hişmendiyeke kolektîf a li ser bingeha nirxên diyalog û edaletê aştî çênabe. Dirêî her wiha bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan di avakirina hişmendiya  yekgirtî û rêxistinkirina Kurdan de.

 BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û PÊVAJOYA VEGUHERÎNÊ

Di beşê yekem ê komxebatê de, ku ji hêla endamên Yekîtîyê Ebûd Mexso û Ebilxenî Oso ve hate birve birin, li ser têkoşîna PKKê û veguherînên wê ji sala 1993`an û vir ve hat gotûbêjkirin. Di vê beşê de bal hat kişandin ser banga aştiyê ya dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ya 27ê Sibata 2025`an, ku banga bidawîanîna pevçûnê û destpêkirina têkişîna demokratîk kir

Beşdaran tekez kirin ku "danîna çekan ji bo aştiyê nayê wateya teslîmbûnê," bi taybet ku polîtîkayên înkarê yên dewleta Tirk hîna berdwam in. Beşdarn  der barê hewldanên têkbirina pêvajoyê û têkbitina yekîtiya Kurdan de, hişyar dan.

ROLA REWŞENBÎRAN Û AVAKIRINA ROJHILATA NAVÎN A NÛ

Di beşda duyem de, ku ji hêla Beşîr Mela Newaf û Kurdyar Dirêî  ve hate birêvebirin, li ser berpirsiyariya rewşenbîran û rola wan di pêvajoya têkoşîna ji bo azadiyê û civaka demokrtatîk de bû.

Di komxebatê de nivîskar, akademîsyen û helbestvanan nêrîn û boçûnên xwe anîn zman û banga çalakirina rola rewşenbîran der barê pêşîgirtina gotara nefretê û tundiyê de kirin.

Beşdaran tekez kir ku "rewşenbîr ne tenê zanînê belav dikin, lê ew her wiha çêkerên ramanê ne." her wiha tekez kirin ku pêwîst e ramana Rêber Abdullah Ocalan wekî lêvegera ji bo avakirina pergalek hevbeş ya li ser bingeha îradeya azad û civakek demokratîk, were xurtkirin.

 Komxebat bi çend pêşniyaran bi dawî bû:

1- Belavkirina Çanda Aştiyê: Şirovekirina felsefeya aştiyê ya Rêber Ocalan û girêdana wê bi ramana "Neteweya Demokratîk" ve

2- Lêkolînên Ramyarî: Pêşkêşkirina nêrînên li ser fesixkirina PKK`ê û pêşeroja tevgera siyasî.

3- Pêşxistina Jinan: Danasîna Rola wan Li gorî "Manîfestoya Civaka Demokratîk".

4- Vejandina Kelepûrê: Kûrkirina Têgihîştina Mîtolojiya Mezopotamyayê û Analîza Ocalan a der barê Destana Gilgamêş de.

5- Têkoşîna li dijî Gotara nefretê: Lidarxistina kampanyayên hişyarkirinê di nav civakan de li ser aştî û jiyana hevbeş.

6- Parastina Jîngehê.

4-  Avakirina Navendeke Lêkolînê ji bo lêkolînkirina "Manîfestoya Aştiyê" û belgekirina nêrînên Ocalan.

8-  Piştgiriya Azadiya Ocalan.

(k)