Li Qamişloyê ji bo Sirri Sureyya Onder şîn hate danîn

Li Qamişloyê ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder şîn hate danîn.

4 gulan, 2025   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê, ji bo  Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder konê sersaxiyê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo vedan. Ji tevahiya pêkhateyên kantona Cizîrê girseyeke mezin herikî bin kon. Di bin kon de wêneyên şehîd Sirri Sureyya Onder ên li gel Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mahsûm Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sirri Sureyya Onder û Rêber Abdullah Ocalan re xwest. Mahsûm di axaftina xwe de got: "Şehîd Sirri Sureyya Onder qasidê aştî û demokasiyê bû. Qasidê Îmraliyê bû. Ji bo aştî û demokasiyê di salên zor û zehmet de kedek mezin da. Helwesta wî li hemberî gel û doza Kurd zelal bû."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Silêman Ereb jî bi bîr xist ku Sirri Sureyya Onder hunermend, rojnamevan, siyasetmendar û parlamenter bû û di jiyana xwe de gelek zehmetî dîtin.

Silêman Ereb bi domdarî got: "Şehîd Sirri Sureyya Onder rastiya Rêber Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas kirin û bi felsefeya neteweya demokratîk bawer bû û wekî endamê şandeya Îmraliyê têkoşîn dikir. Tevî ku Turkmanî bû û ne Kurd bû, lê her tim ji bo gihandina heqîqetê û pêkanîna aştiyê di navbera gelan de têkoşîn dikir. Kesayetên mîna wî ji bo gelê me nimune û cihê rêzdarî û hurmetiyê ne. Wefata wî di vê pêvajoya girîng de, bi taybetî piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan windahiyek e."

Serdana konê sersaxiyê dê heya saetên îro êvarî dewam bike.

(bb)

ANHA