Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiya Navçandî ya Almanyayê kir

Di çarçoveya rêzeserdanên akademîk ên çend welatên Ewropayî de, şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiya Navçandî li Zanîngeha Hevkar a Baden-Württemberg (DHBW) li Almanyayê kir.

Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiya Navçandî ya Almanyayê kir
Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiya Navçandî ya Almanyayê kir
15 hezîran, 2026   20:41
KOBANÊ

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Ewropayê de serdana Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiya Navçan dî li Zanîngeha Hevkar a Baden- Württemberg (DHBW) li Almanyayê kir.

Di nav şandeyê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê mamoste Şervan Muslim û Gerînendeyê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd hebûn.

Di dema serdanê de, şande bi Rêvebirê Enstîtuyê û Serokê Beşa Dermanê Psîkosomatîk a Navçandî li Mediclinic re Profesor Can Ilhan Kizilan civiya. Her du aliyan li ser perspektîfên hevkariya akademîk û lêkolînê di navbera her du saziyan de û rêbazên xurtkirina hevkariyên zanistî û danûstandina pisporiyê di warên akademîk û lêkolînê de nîqaş kirin.

Di nîqaşan de her wiha îhtîmala pêşxistina bernameyên hevbeş ên ku beşdarî piştgiriya xwendina bilind û lêkolîna zanistî dibin, xizmeta armancên her du saziyan dikin û hevkariya navneteweyî di warên tenduristî û mirovahî yên navçandî de zêde dikin, hate nîqaşkirin.

Ev serdan beşek ji hewldanên Zanîngeha Kobanê ye ji bo berfirehkirina tora xwe ya akademîk a navneteweyî û tevlêbûna bi ezmûnên zanistî û lêkolînê yên pêşeng li Ewropayê.

(fr)

ANHA